Li gundên Dirbêsiyê gereçavdêriya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê pêk hat
Gereçavdêriya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û dewleta Tirkiyê, li gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Dirbêsiyê geriya.
Li gorî rapora ajasna nûçeyan a Hawar Newsê, Di çarçoveya lihevkirinên piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî yên di navbera Amerîka û Tirkiyê ji aliyekî ve û Rûsya û Tirkiyê ji aliyekî din ve, îro gereçavdêriya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û dewleta Tirkiyê dest pê kir.
Gereçavdêrî ji panzêran dewleta Tirkiyê û Rûsyayê û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat û di gundewarên rojhilat û rojavayê Dirbêsiyê re derbas bû.
Gereçavdêrî li gundên Tûrat, Ebaş, Berka, Telik, Kerkend û Berkevirê geriya û careke din vegeriya cihê ku jê bi rê ketiye anku gundê Şîrkê. Piştî ku gera dewriyeyê bi dawî bû, panzêrêndewleta Tirkiyê vegerîn nuqteyên xwe û yên Rûsyayê jî ber bi Qamişloyê ve bi rê ketin.