Ji girtîgehek Holê ya Hesekê 7 DAIŞ’î reviyan
May 17, 2020 12:36 Asia/Tehran
7 çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeheke navçeya Holê ya rojhilata Hesekê reviyan. Hêzên HSD`ê 4 ji wan dîsa girtin û lêgerîna ji bo çeteyên din jî berdewam e.
Li gorî nûçeya ANHA’yê duh 7 çeteyên DAIŞ`ê derdora saet 02:00’yan ji girtîgeheke navçeye Holê ya li rojhilata Hesekê reviyan.
Heman çavkaniyê daxuyand ku HSD’ê 4 çete dîsa girtin û ji bo girtina 3 çeteyên din hêzên wan lêgerîna xwe didomînin.