Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Şêrawa û Şêra topbaran dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315887-artêşa_tirkiyê_û_çeteyên_wê_gundên_Şêrawa_û_Şêra_topbaran_dikin
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa, di van kêliyan de, gundên navçeya Şera jî bi dijwarî topbaran dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2020 06:47 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Şêrawa û Şêra topbaran dikin

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa, di van kêliyan de, gundên navçeya Şera jî bi dijwarî topbaran dikin.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji vê sibeyê gundên Şêrawayê yên wekî Aqibê, Soxanekê, Bêne Xiribkê û Dircemalê topbaran dikin.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, Niha piştî çend saetan bi dû topbarana gundên Şêrawayê, topbarana gundên Şerayê yên wekî  Malikiyê, Şiwarxa, Kela Şiwarxa, Meranazê, Irşadiyê û Tatmeraş, bi dijwarî daye despêkirin.

Der barê encama topbarana dagirkeran heta niha ti agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku gundên navborî ev demeke dirêj e bûne armanca artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, gelek caran di encama êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyan de, sivîl di nav de jin û zarok jî dibin qurbanî.