Dewleta Tirkiyê bi çeteyên xwe ve li Babê agir berdan darên zeytûnê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315869-dewleta_tirkiyê_bi_çeteyên_xwe_ve_li_babê_agir_berdan_darên_zeytûnê
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên ku Bab dagir kirine, li gundên Babê agir bi sedan darên zeytûn xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2020 17:02 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê bi çeteyên xwe ve li Babê agir berdan darên zeytûnê

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên ku Bab dagir kirine, li gundên Babê agir bi sedan darên zeytûn xistin.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li gundên Xalidiyê, Biwehîc û Bûgazê yên Babê agir berdan sedan darên zeytûnê. Kesên ku xwestin şewatê bitefînin jî çeteyan gulle li wan reşandin.

Şewata li Bîwehîc û Bûgazê di navbera sînorên di destê Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyan de pêk hat. Li Bîwehîcê cih û warên kesên sivîl xisar dît.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî û Endamên Meclîsa Leşkerî ya Babê tevî koma agirkujê çûn qadê. Çeteyan êrîşî endamên agirkujiyê kirin. Piştî xebateke dirêj agir hate tefandin.

Berê jî li Babê çeteyan agir bi darên zeytûnan xistibûn.