Têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê agir berdan zeviyê rojhilatê Eyn Îsayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315858-têrorîstên_ser_bi_artêşa_tirkiyê_agir_berdan_zeviyê_rojhilatê_eyn_Îsayê
Artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên girêdayî bi wê li navçeyê, agir berdan zeviyên çandiyê yên şêniyên gundê Mişerfe li navçeya Eyn Îsayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2020 11:12 Asia/Tehran
  • Têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê agir berdan zeviyê rojhilatê Eyn Îsayê

Artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên girêdayî bi wê li navçeyê, agir berdan zeviyên çandiyê yên şêniyên gundê Mişerfe li navçeya Eyn Îsayê.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Hawar Newsê, Gundê Mişerfa, li rojhilat navçeya Eyn Îsayê dikeve. Heta niha şênî nikarin agirê ku Artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên girêdayî bi wê li navçeyê,

bi zeviyên wan xistine vemirînin.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend roj in zeviyên û kêlgehên şêniyê navçeyên cûrbecûr li navçeyên dagîrkirî yên li bakurê Sûriyê ji aliyê komên ser bi Tirkiyê va tên şewitandin.Duh jî hin dîmen û nûçeyên derbarê agirberdana bi zeviyên xxelkê li navçeya Til Temirê hatibûn weşandin.