Berpirsekî kampa DAIŞê ya Holê: Jinên DAIŞê dixwastin agir berdin kampê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315816-berpirsekî_kampa_daiŞê_ya_holê_jinên_daiŞê_dixwastin_agir_berdin_kampê
Hêzên parastina kampa Holê ya bakura rojhilata Sûriyê, ku girtiyên DAIŞê tê de ne, hewleka jinên DAIŞê ku dixwestin agir bi kampê bixin, pûç kirin û 3 jinên DAIŞê jî girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2020 18:40 Asia/Tehran
  • Berpirsekî kampa DAIŞê ya Holê: Jinên DAIŞê dixwastin agir berdin kampê

Hêzên parastina kampa Holê ya bakura rojhilata Sûriyê, ku girtiyên DAIŞê tê de ne, hewleka jinên DAIŞê ku dixwestin agir bi kampê bixin, pûç kirin û 3 jinên DAIŞê jî girtin.

Yek ji berpirsên hêzên ewlekariyê yên parastina kampa Holê ya Hesekê ragihand, wan agahî girtibûn ku jinên DAIŞî ku ji Tirkiyê ne, hinek benzîn û derman di xîvetên xwe de kom dikin û amadekariyê dikin ku agir bi kampê bixin da ku tevliheviyê derxin û birevin.

Wî berpirsî tekez kir ku wan telefon bi jinên girtî re dîtin û bi rêya nameyan zanîn ku têkiliya wan bi şaneyên DAIŞê yên li Tirkiyê û Sûriyê re hene.

Di kampa Holê de zêdetirî 67 hezar koçber û penaber hene, her wiha zêdetirî 40 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞê yên ji Sûriye, Iraq û biyanî hene.

Heta niha çend caran girtiyên DAIŞê hewl dane ji kampa Holê birevin û xwe bigihînin hêzên Tirkiyê, lê tevahiya pilanên wan hatine pûçkirin.