HRE: Di çalakiyên hêzên me de, 6 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên dawiyê yên hêzên xwe li dijî artêşa Tirkiyê û çeteyên wê weşand.
HRE di vê daxuyaniyê de diyar kiriye ku di roja 5`ê Gulanê de, hêzên wê di navbera gundê Dêrbêlûtê û navça Cindirêsê de li dijî çeteyên artêşa dagirker a Tirkiyê çalakiyek li dar xistin ku di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Di roja 7`ê Gulanê de, hêzên HRE li gundê Basûtê yê bi ser navça Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Di roja 8`ê Gulanê de, hêzên HRE li derdora bajarê Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
HRE herwiha ragihand ku di roja 11`ê Gulanê de, hêzên wê li çerxe rêya navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin, 1 çete jî birîndar bûn.
Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 6 çete hatin kuştin, 3 jî brîndar bûn."