Li Hemayê şer di navbera artêşa Sûriyê û komên terorîst de derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315741-li_hemayê_şer_di_navbera_artêşa_sûriyê_û_komên_terorîst_de_derket
Ji bo yekem car, ji dema ragihandina agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê li 6ê Adarê, şerek giran di navbera terorîstên Sûriyê û Artêşê de li wê navçê derdikeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 21:08 Asia/Tehran
  • Li Hemayê şer di navbera artêşa Sûriyê û komên terorîst de derket

Ji bo yekem car, ji dema ragihandina agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê li 6ê Adarê, şerek giran di navbera terorîstên Sûriyê û Artêşê de li wê navçê derdikeve.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî çekdarên Opozisyonê li navça Sehil Elxab li bakurê rojavayê Hemayê êrîşî Artêşa Sûriyê kirin û di encam de, di navbeyna her du aliyan de şerekî giran qewmî û bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin.

Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belavkiriye, ku şereke giran di navbera artêşa Sûriyê  û hejmarek ji rêxistnên dijberiya Sûriyê  di serê wan de rêxistna Huras Eldîn  li bakurê rojavayê Sûriyê derket û di encamê de derdora 30 serbazên Sûriyê  û 13 terorîst ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike hatin kuştin.

Li gor îdiaya Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirovî  ev hejmara kuştîyan zêdetirîn hejmare kuştiyên artêşa Sûriyê ji dema raghandina agirbestê ye û  Ev Rewangeh dibêje ku Artêşa Sûriyê li ser agirbesê emekdar bû, lê  komên terorîst agirbes binpê kirin û ev şera  dane despêkirin û artêş xafil bûye. 

Rêxistna  terorîstî ya Huras Eldîn çend hezar çekdarên xwe hene ku di nav wan de çekdarên ne Sûrî jî hene, û ji wan rêxistnên bi ser Deseteya Tehrîr Elşam ve ye.

Li gor Rewangehê li gel destipêkirina şer  artêşa Sûriyê jî dest bi mûşekbaran kirina navçeya Sehil Elxab û derdora Idilb kir û di encamê de 13 terorîst hatin kuştin.