Li bakur û rojhilata Sûriyê qedexeya hatûçûnê hate dirêjkirin
May 11, 2020 20:52 Asia/Tehran
Li herêmên kurdî yên bakur û rojhilata Sûriyê qedexeya hatûçûnê heya piştî bêhinvedana Cejna Remezanê hate dirêjkirin.
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de, qedexeya derketina derve heta dawiya bêhinvedana Cejna Remezanê dirêj kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye, qedexe ji saet 7ê êvarê heta 6ê sibehê ye û di demên din de jiyan asayî ye. Welatî dikarin, ligor rênimayên tendirustiyê karên xwe bikin. Di berdewamiya qedexeyê de, fermangehên Rêveberiyê, dibistan, zanîngeh û dergehên sînorî girtî dimînin.
Rêveberiya Xweser ragehandiye ji ber dû haletên tûşbûna vîrusa Koronayê li Hesekê derketin, ev biryar wî bajarî li xwe nagre û rêveberiya Cizîrê rêkarên pêwîst û li gor rewşa Hesekê digire ber xwe.