Dewleta Tirkiyê dîsa gundên Girê Sipî bomberdûman kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315712-dewleta_tirkiyê_dîsa_gundên_girê_sipî_bomberdûman_kirin
Dewleta Tirkiyê ya bakura Sûriyê dagîr kiriye û çeteyê wê bi topan li Kampa Eyn Îsa, gundên Qizelî û Şorbenîsk ên Girê Spî bomberdûman kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 04:22 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê dîsa gundên Girê Sipî bomberdûman kirin

Dewleta Tirkiyê ya bakura Sûriyê dagîr kiriye û çeteyê wê bi topan li Kampa Eyn Îsa, gundên Qizelî û Şorbenîsk ên Girê Spî bomberdûman kirin.

Dewleta Tirkiyê û çeteyê wê duh bi topan li Kampa Eyn Îsa, riya M4 a li ber kampê, gundên Qizelî û Şorbenîsk ên Girê Spî bomberdûman kirin.

Tê diyarkirin ku ji ber bomberdûmanê agir bi mal û zevîyên li herêmê ketin.

Her roj dewleta Tirkiyê û çeteyên wê deverên derdora navçên dagîrkirî li bakur û rojhilata Sûriyê topbaran û bomberdûman dikin û ji ber van kiryarên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê piranî xelkê sivîl û bê çek dibin gorî.