Fermandarê xayîn ê HSD'ê ku dixwest bireve aliyê Tirkiyê, hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315707-fermandarê_xayîn_ê_hsd'ê_ku_dixwest_bireve_aliyê_tirkiyê_hat_kuştin
Fermandarekî Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ku dixwest xiyanetê li van hêzan bike û bireve aliyê Tirkiyê, dema revînê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2020 14:47 Asia/Tehran
  • Fermandarê xayîn ê HSD'ê ku dixwest bireve aliyê Tirkiyê, hat kuştin

Fermandarekî Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ku dixwest xiyanetê li van hêzan bike û bireve aliyê Tirkiyê, dema revînê hat kuştin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: Fermandarekî HSDê ku dil hebû di berdêla qaseke zêde ya dirêv bireve Tirkiyê, dema revînê kete ber gulleyan û hat kuştin.

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku vî kesî cêgeheke aborî di HSDê da hebûye û ji wan kurdan bûye ku li Tirkiyê ji dayîk bûye.

Tê gotin vî kesî dixwestiye ji rêya gundê Cetliyê û bajaroka Qermaniyê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê derbasî nav axa Tirkiyê bibe û hejmareke erebe li wî aliyê sînor li benda wî bûne. Lê hatûçûnên berdewam ên wî li vê navçeyê bûye ssebeb ku nexşeya wî têk biçe û dema revîna ber bi Tirkiyê va bi gulleyên HSD'iyan hatiye kuştin û nexşeya du aliyan berba çûye.