Efrîn; Komên çekdar ên ser bi Enqerê kêlên goristanan jî didizin
Ji bilî kuştin û revandina welatiyên Efrînê û destdanîna ser mal û milkên wan, komên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin, şûnwarên Efrînê û kêlên goristanan dişikînin û didizin.
Li gorî rapora malpera PUK Media'yê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, komeke çekdar ligel hejmarek ji koçberên li Efrînê hatine bicihkirin, gorên goristana
bajarokê Cindirêsê şikandine û kevir û kêlên sîramîk in jî diziyane.
Ev ne cara yekê ye ku komên çekdar gor û cihên dîrokî û şûnwaran dişikînin û didizin, di meha Adara bihurî de jî, koma çekdar a bi navê Emşat bin mizgefta bajarokê Şiyê kolandibû û di
encamê de minareya mizgeftê û beşek ji avahiya mizgeftê jî hilweşiyabû.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve û li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, komên çekdar li ber çavê serbazên Tirkiyê heta niha zêdetir ji 42
şûnwarên dîrokî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û wêran kirine û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.
Ji bilî ku di dema êrîşa li ser Efrînê de, gelek şûnwar û cihên dîrokî rastî bombebarankirina firokeyên şer yên Tirkiyê hatibûn, wek girê Eyn Dara ya dîrokî ku dîroka wê vedigere 2 hezar
salan berî Mîladê û keleha Teqilkê li çiyayê Lêlûnê. Komên çekdar û bi armanca lêgerîna li entîkeyan û têkdana nasnameya Kurdî, li ber çavê Artêşa Tirkiyê bi dehan cihên dîrokî, girên
dîrokî, mezargehên pîroz û gorên kevnare û yên Êzidiyan şikandine û kolane.
Gelek rêxistinên parastina şûnwaran û Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê jî bi caran bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda
gelan û şaristaniya mirovî kirine, sînorekê ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.
Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Kela Horî, kela Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron, mezargehên olî yên Musilman û Êzidiyan, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di berçemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî Mîladê. Danhev : Hişmend Şêxo