Salih Muslim: "Hîn tu lihevkirine navbera PYD û ENKS'ê da nehatiye wajokirin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315676-salih_muslim_hîn_tu_lihevkirine_navbera_pyd_û_enks'ê_da_nehatiye_wajokirin
Salih Muslim, Endamê Dîwana Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) di axaftinekê da tevî amajeya bi weşandina hin nûçeyan derbarê hevhatina PYDê digel Konseya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) di mijarên siyasî da got: Hîn tu hevhatinek navbera PYD û ENKS'ê da pêk nehatiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2020 15:43 Asia/Tehran
  •  Salih Muslim:

Salih Muslim, Endamê Dîwana Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) di axaftinekê da tevî amajeya bi weşandina hin nûçeyan derbarê hevhatina PYDê digel Konseya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) di mijarên siyasî da got: Hîn tu hevhatinek navbera PYD û ENKS'ê da pêk nehatiye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Salih Muslim, Endamê Dîwana Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) di axaftinekê da tevî amajeya bi weşandina hin nûçeyan derbarê hevhatina PYDê digel Konseya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) di mijarên siyasî da got: "Birîna gelê Kurd birîna yekîtiyê ye, bi dehan û heta bi sedan sal e ku her kes giliyê ji vê rewşê dike. Ji vê rewşa cudatiyê jî pirtirîn sûdê dijminên Kurdan dikin. Zêdetir ji hemiyan jî Tirkiye. Dewleta Tirkiyê ji ber tecrube û adeta ku ji serdema osmaniyan wek mîrate gihîştiye wê, bi awasyekî tam serketî jibo nebûna yekîtiya Kurdan tevdigere.  Vê yekê li Kurdistana Tirkiyê, li vir (bakur-rojhilata Sûriyê) û cihên din pêk tîne. Mijara yekîtiyê gellek girîng e. Gotûbêjên jibo pêkanîna yekîtiyê navbera Kurdan digel ENKSê hema wisa didomin û hîn tu lihevkirinek navbera du aliyan da nehatiye wajokirin."

Wî her wiha got: PYD partiya herî mezin a Sûriyê ye. Heke yekîtî pêk bê, wê çaxê Tirkiye êdî nikare tenê êrîşî ser partiyekê bike, wê çaxê divê êrî/şî ser hemî kurdan bike. Êdî di wê rewşê da nikare bi mehneya PYDê êrîş bike.