Dewleta Tirkiyê bi darê zorê zarokekî efrînî şande Lîbyayê
Çeteyên Ketîbeya Semerqend a girêdayî artêşa Tirkiyê zarokekî ji navçeya Efrînê neçar kirin ku biçe Lîbyayê da ku di nava komên destekê ji Tirkiyê digrin, şer bike.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya Hawar Newsê, Li gorî raporên çapemenî ku dewleta Tirkiyê herî kêm 7 hezar kes ji Sûriyê şandine Lîbyayê da ku destekê bidin komên çekdar ên girêdayî rêxitina Ixwan El-Muslimîn.
Vê carê dewleta Tirkiyê zarokan neçar dike ku biçin Lîbyayê.
Li Lîbyayê artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Hefter û hêzên El-Wîfaq ên Fayiz El-Serac ku Enqere destekê dide wan, şerê hev dikin.
Beriya mehekê çeteyên ketîbeya Semerqend bi serkêşiya Ebû Cîhad zarokê bi navê Ebdo Şêxo (15) ji gundê Rûta yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê, revandin.
Piştî mehekê ji êşkencekirinê, çeteyan gef li zarok xwar ku eger neçe Lîbyayê dê wî bikujin.
Apê Ebdo Şêxo, koçberê bi navê Necîb Şêxo got: "Çeteyên Semerqend kurê birayê wî ji beriya mehekê ve revandin û gef li wî xwarin ku heger ew red bike biçe Lîbyayê dê wî bikujin."
Necîb Şêxo wiha dewam kir: "Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi koçberkirina me bi darê zorê ji Efrînê jî razî nabin, hewl didin hemû kesên di Efrînê de bikujin û wan bi çeteyan re
ber bi Lîbyayê ve bişînin."
Necîb Şêxo binpêkirin mafên şêniyên Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê va ser şermezar kir.
Necîb Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku kurê wan li vegerînin.
Tê zanîn bavê malbata Ebdo kor e û dayika wî temen mezin û 5 xwişkên wî hene.