268 çeteyên sûrî li Lîbyayê hatine kuştin
Hejmara çeteyên sûrî yên ku dewleta Tirkiyê piştgiriya wan dike û derbasî xaka Lîbyayê bûne gihaşt 8 hezar çeteyî, di heman demê de vê dawiyê 7 cenaze gihaştin gundewarên bakurê Helebê û derket holê ku bi giştî 268 çete hatine kuştin.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya Hawar Newsê, Di demeke wiha de ku Tirkiye çeteyan dişîne, Lîbyayê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) encamên şerê li Lîbyayê tomar kir û ragihand ku herî kêm 7 cenaze gihşatine herêmên ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine anku gihaştine herêmên gundewarên bakurê Helebê.
Hejmara çeteyên di encama şer li Lîbyayê de hatine kuştin gihaşt 268 çeteyan û ew jî ji çeteyên Lîwaa El-Mutesim, Firqet Sulatan Murad, Lîwaa Siqûr El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in.SOHR`ê diyar kir ku çete di encama şerê li eniyên taxa Selah El-Dîn a başûrê Trablusê, eniya Remla ya nêzî balafirgeha Trablusê, eniya Meşrû El-Hedebê, şerê li Misrata û herêmên din ên li Lîbyayê de hatine kuştin.