Piştî rêkevtina PYD û ENKSê Tirkiyê av li ser kurdên Sûriyê birî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315629-piştî_rêkevtina_pyd_û_enksê_tirkiyê_av_li_ser_kurdên_sûriyê_birî
Piştî rêkeftina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya di warê siyasî de, Artêşa Tirkiyê cardin ava westgeha Elok a ser bi bajarê Serê kaniyê ve birî. ENKS û PYD piştî çend civîn û hevdîtinan, di warê siyasî de li hev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2020 12:08 Asia/Tehran
  • Piştî rêkevtina PYD û ENKSê Tirkiyê av li ser kurdên Sûriyê birî

Piştî rêkeftina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya di warê siyasî de, Artêşa Tirkiyê cardin ava westgeha Elok a ser bi bajarê Serê kaniyê ve birî. ENKS û PYD piştî çend civîn û hevdîtinan, di warê siyasî de li hev kirin.

Rêveberiya Avê ya bajarê Hesekê ragihand ku artêşa Tirkiyê, careke din ava stasyona Elok a ku li bajarê Serê Kaniyê û di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên terorîst ên girêdayî wî welatî de ye, qut kiriye û ew 10 roj in karkerên vê stasyonê nikarin biçin ser karê xwe.

Piştî êrîşa 9 Cotmehê ya artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wî welatî ve bo ser bakura Sûriyê, ew bû cara şeşan ku av li ser xelkê Hesekê û bajaok û gunderên derdorê qut dikin.

Qutkirina vê carê ya ava stasyona Elok li ser Hesekê û bajarok û gundên kurdên Sûriyê, piştî wê yekê tê ku hat ragihandin, ENKS û PYD piştî çend civîn û hevdîtinan, di warê siaysî de li hev kirine û di warên serbazî û îdarî de jî gotûbêjên wan berdewam dibin.

Wêstgeha avê ya Ellok li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê ye û çavkaniya sereke ya ava vexwarinê bo akinciyên bajarê Hesekê, bajarokê Til Temir û kampên Hol, Erîşe û Waşokanî li parêzgeha Hesekê ye.

Piştî kontrolkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst ve, gelek caran Wêstgeha Ellok jikar xistine û av li ser xelkê deverê birîne ku çend caran 10 , 20 , û heta 35 rojan xelk bê av mane.