Mazlûm Kobanî pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315628-mazlûm_kobanî_pîrozbahî_li_mistefa_kazimî_kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir û hêvî xwest ku di demek nêzîk de tevahiya kabîneya xwe pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2020 11:26 Asia/Tehran
  • Mazlûm Kobanî pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir û hêvî xwest ku di demek nêzîk de tevahiya kabîneya xwe pêk bîne.

Mazlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twîterê, derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê peyamek belav kir û got, “Em pîrozbahiyê li birêz Mistefa Kazimî dikin ji ber wergertina baweriyê bi kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.”

Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi wê jî kir, “Em hêvîdar in di zûtirîn dem de tevahiya kabîneyê pêk bê, ji bo ku bibe hikûmeteke çareser û mil bi mile hemû pêkhateyan û gelê Iraqê ber bi aramiyê ve bibe.”

Mazlûm Kobanî di wê peyama xwe de dibêje, “Em çaverêyî zêdekirina asta hemahengiyê dikin bo zaminkirina şikesta mezin a bi ser terorîstan û vegerandina seqamgiriyê bo niştimanên me.”

Ev jî di demekê de ye ku şeva derbasbûyî, parlemana Iraqê bi piraniya dengan bawerî bi kabîneya Mistefa Kazimî da, lê beşek ji wezaretan heta niha yekalî nebûne.