Ji ber Koronayê hilbijartinên parlemana Sûriyê paş ket
Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û zêdebûna metirsiyên vê vîrusê, careke din hilbijartina Encumena Gel a Sûriyê hat paşxistin. Li gor biryara Serokomarê Sûriyê, hilbijartin bo Tîrmeha îsal hatiye paşxistin.
Serokê Sûriyê, Beşar Esed roja Pêncşemê bi biryarekê hilbijartinên Encûmena Gel a wî welatî paş xist. Di biryarê de hatiye gotin, ku ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê, hilbijartinên parlemanê ji bo 19ê Tîrmeha îsal hate paşxistin.
Biryar bû di 20ê vê mehê (Gulan) de hilbijartinên parlemana Sûriyê bihatiba lidarxistin.
Piştî belavbûna vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 li Sûriyê, ew duyemîn car e ku li wî welatî hilbijartin têne paşxistin.
Pêştir biryar bû hilbijartinên Parlemanta Sûriyê ku li wî welatî jê re Encûmena Gel tê gotin, di 13ê Nîsana îsal de bihatiba kirin, lê wê demê jî Serokomarê Sûriyê Beşar Esed lidarxistina hilbijartinê bo 20ê meha Gulanê (ev meh) paşxistibû.
Li gor amarên fermî, heta niha 45 kes li Sûriyê bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 3 kes ji wan canê xwe ji dest dane.
Parlemana Sûriyê anku Encûmena Gel a Sûriyê di sala 1973an de hatiye damezrandin û ji 250 parlamenteran pêk tê.
Niha tenê du fraksyon di nav parlemanta Sûriyê de hene ku yek ji wan Fraksyona Eniya Niştimanî ye û xwediyê 187 kursiyan e û 63 parlamenter jî kesên serbixwe ne.