Çekdaran ji 40 malbatên Kurd ên Efrînê 120 milyon lîre pere stendin
Li gundekî Efrînê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ji 40 malbatên Kurd ên vegeriyane ser malên xwe, 120 milyon lîreyên Sûriyê pere stendin û dest danîn ser 35 xaniyên welatiyan.
Çavkaniyekî taybet ji Rûdawê re ragihand ku li gundên Zerko û Çobana grûpên çekdar dest bi ser malên Kurdan de girtine û pere ji Kurdên ku vedigerin ser malên xwe werdigirin.
Wî çavkanî ragihand ku berî çend rojan 40 malbatên Kurd vegeriyan ser malên xwe li gundê Zerko, lê çekdaran bi rêya muxtarê gund ê bi navê Ebdo Ehmed, her yek ji wan malbatan 3 milyon lîreyên Sûrî stendin.
Her li gor zanyariyên wî çavkaniyê taybet, gundê Zerko ji 75 malan pêk tê ku hemû Kurd in û niha çekdaran dest danîne ser 35 xaniyan.
Herwiha li gundê Çobana jî çekdarekî bi navê Şêxo ku berî niha çûbû Tirkiyê û beşdarî nav grûpên çekdar bûbû, niha li gel malbata xwe di bin fermana çekdarê bi navê Welîd de gund birêve dibe û rê bi niştecihên gund ên resen nadin û dest danîne ser malên wan.
Gundê Çobana jî derdora 80 mal lê hene ku hemû Kurd in. Lê çekdar bi rêya zext û fişarê hewl didin herêmê bi temamî ji Kurdan vala bikin û demografiya navçeyê biguherin.
Gundên Zerko û Çobana ku nêzikî hev in ser bi navçeya Recoyê ve ne û dikevin herêma navbera Reco û Bilbilê.