SOHR: 700 çeteyên Sûriyê ji Tugeya Sultan Murad qut bûn
Navenda Mafê Mirovan a Sûriyê ser bi opozessiyonê (SOHR) îro eşkere kir ku 700 çeteyên Tugaya Sultan Murad a girêdayî dewleta Tirkiyê, ji tugayê qut bûn.
Li gorî çavkaniyên SOHR fermendarên çeteyan tevî endamên koma Sultan Murad nerazîbûn nîşanî şandina wan ji Lîbyayê re û şerkirina li rex hikumeta El-Serajî, dan.
Ji ber nakokiyên di navbera çeteyan û fermandarên wan de li Sûriyê parçebûn di nava çeteyên Enqerê de zêde bû.
Li gorî SOHR ev komên ku parçe bûne ji eniyên şer li dijî hikumeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk li Serêkaniyê vekişîn.
Roja Sêşemê SOHR eşkere kiribû ku Tirkiye hîn çeteyan ji Sûriyê dişîne Lîbyayê da ku desteka hikumeta El-Seraj bikin.
Navendê li ser malpera xwe ya enternetê destnîşan kir ku bi sedan çeteyên nû bi rêya Tirkiyê gihaştin Lîbyayê. Ji aliyekî din ve bi sedan çete xwe amade dikin ku di demek nêz de biçin Lîbyayê.
Li gorî serjmariya SOHR hejmara çeteyên ku gihaştine Lîbyayê heta niha 7 hezar û 850 çete ne.