HRE’yê li Efrînê li dijî leşker û çeteyên Tirkiyê çalakî kirin
May 06, 2020 21:12 Asia/Tehran
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku şervanên wan 5 Gulanê li Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirkiyê çalakî kirin û di encama çalakiyan de 4 dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyan daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku roja 5'ê Gulanê hêzên wan li herêma Efrînê li dijî artêşa Tirkiyêr û çeteyên wan ku ev herêm dagîr kirrine 2 çalakiyên cuda kirin.
Di çalakiyan de 2 leşker û 2 çete hatin kuştin û 2 leşker û 2 çete jî birîndar bûn.
Herwiha wesayiteke hêzên dagîrker jî hatin rûxandin.