‘Divê WHO li gorî prensîbên xwe tev bigere’
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku heta piştî ku nexweşiya Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket jî, nêzîkatiyên WHO’yê neguherîn û got "Divê WHO wekî prensîbên ku li ser hatiye avakirin, tev bigere.”
Li gorî rapora HAWAR Newsê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di Tîrmeha 1946`an de hate damezirandin da ku di rewşên wekî niha de, piştgiriya tenduristiyê bide hemû gelên cîhanê. Erka wê destekdayîna dewletên cîhanê di rojên zehmet de ye. Piştî derketina rewşên Koronavîrusê li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta niha WHO’yêtu alîkarî neşandine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ji ANHA`yê re axivî.
Ciwan Mistefa nêzîkatiyên WHO’yê nirxandin û wiha got: "Heke li welatekî Koronavîrus derkeve û belav bibe, divê WHO alîkariya wî welatî bike da ku pêşiya vîrusê bê girtin. Lê belê heta roja me ya îro, tu alîkariyên ku rê li pêşiya vê vîrusê digirin, ji herêmên me re nehatine şandin."
Mistefa wiha pêde çû: "Nebûna hevkariya rêxistina tenduristiyê tev herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re cihê rexnê ye, ji ber ku pêwîstî bi alîkariyê heye. Ev 9 sal e, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şer û aloziyê re derbas dibin. Di gelek aliyan de xizmetên tenduristiyê lawaz in û pêwistî bi alîkariyê hebû. Di vê rewşa heyî de pêwîstî hîn zêdetir bi alîkariyê heye, lê belê nêzîkatiyên bi herêrmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ne di cih de ne. Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tê xwestin ku di aliyê tenduristiyê de xwedî li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve, ji ber ku li gorî prensîbên ku li ser hatiye avakirin ev yek erka wê ya sereke ye."
Li ser rewşa kesên ku nîşaneyên Koronavîrusê pê re xuya dikin, Ciwan Mistefa wiha got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alavên teşxîskirina Koronavîrusê hatine amadekirin. Êdî pêwîst nake ku li tu cihên din testên vîrusê bên çêkirin. Lewra dema ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşên Koronavîrusê radigihîne, ew rewş li gorî tespîta zanistî tên ragihandin. Bila her kes rihet be, ji derveyî rewşên ku hatine ragihandin tu rewşên din derneketine."
Her wiha li ser hejmara kesên ku bi Koronavîrusê ketine, Ciwan Mistefa wiha da zanîn: "Di van 9 salan de, me tiştek ji gelê xwe veneşart û em ê tiştekî veneşêrin jî. Heke rewşên nû yên nexweşiyê bên tomarkirin, em ê gelê xwe agahdar bikin. Malbatên ku endamên wê bi Koronavîrusê ketibûn tevî taxên ku lê dimînin, ketin karantînayê (Qerentîneyê)."Hêjayî gotinê ye ku di 29`ê Nîsanê de, Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 2 nexweşên Koronavîrusê li herêmê Cizîrê hatine tomarkirin.