EL-EYN: Idlib û arîşeya mezin a Erdoxan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315515-el_eyn_idlib_û_arîşeya_mezin_a_erdoxan
Rojnameya Erebî ya El-Eynê di nivîsarekê da behsa arîşeya Erdoxanê serkomarê Tirkiyê li Idliba Sûriyê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2020 12:54 Asia/Tehran
  • EL-EYN: Idlib û arîşeya mezin a Erdoxan

Rojnameya Erebî ya El-Eynê di nivîsarekê da behsa arîşeya Erdoxanê serkomarê Tirkiyê li Idliba Sûriyê kiriye.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Rojnameya El-Eyn wiha wiha nivîsî: “Vebijêrkên Erdogan li Idlib û derdora wê di astên siyasî û leşkerî de pir kom bûne, êdî ew pêşberî du vebijêrkan e; yan dê rêzexapandinên xwe dewam bike û bê pêşberî artêşa Sûriyê, wekî çawa beriya du mehan êrişek li dijî leşkerên wê çêbû li xalên çavdêriyê û derbeyeke mezin xwar.

Vebijêrka duyemîn ew e ku li gorî xalên hevpeymana ku meha Adara derbasbûyî bi hempîşeyê xwe Rûsyayê re îmze kiribû, tev bigere. Ku xalek ji yên hevpeymanê dibêje pêwîst e aliyê Tirk komên terorîst ên ku piştgiriya wan dike, tune bike, her wiha derfet bide ku her du rêyên sereke yên di navbera Heleb-Şam û Heleb-Laziqiyê de bêne vekirin.

Li ser erdê rewş bi aliyekî din ve diçe ku ne li gorî hesabên Erdogan e. Komên terorîst ên alîgirên wî bûn, bi artêşa Tirkiyê re ketin pevçûnê, çaxê ku artêşê hewl da ku xalên lihevhatina Moskovayê pêk bîne da ku dewriyeyên hevbeş li ser her du rêyan pêk bînin.

Pirsa ku berz dibe ev e; Enqere dê kengî êrişî komên terorîst bike, ew komên ku bi salan piştgiriya wan kir û niha ji hesabên Erdogan derketin û bûne barekî stratejîk li ser pişta wî? Gelo Erdogan bi tena serê xwe dikare striyên ku wî çandine, rake?

Ev şerê ku ji dûr ve nîşanên wî xuya dikin, di navbera komên terorîst û piştgirê wan de, encamên wî şerî çi bin, dê bibe rûpeleke nû ya têkçûna Erdogan, dê bandoreke wê ya mezin li hundirê Tirkiyê jî hebe, her wiha dê bandorê li helwestên wê yên derve jî bike.”