Hediya Yûsif armancên teqîna li Efrînê eşkere kir
Hediya Yûsif teqîna li Efrînê bi "terorî û dijî mirovî" bi nav kir, dewleta Tirkiyê bi amadekirina teqînê tewanbar kir û armancên wan şîrove kirin.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Di 28`ê Nîsana borî de, li sûka gelêrî ya bajarê Efrînê ya dagirkirî teqîneke terorîstî pêk hat. Di teqînê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn ku di nava wan de şêniyên Efrînê yên resen û hin çete hebûn.
Li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, tevlîhevî û ne-ewlekarî heye. Bi hedefgirtin şêniyên resen û zexta li ser çeteyan ku hin caran fermanên Tirkiyê pêk naynin, bi taybet ên ku wan dişîne Lîbyayê, dewleta Tirkiyê hewl dide ku demografiya Herêmê biguherîne.
Di demekê de ku artêşa Tirkiyê û çeteyên "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" û gelek komên din ên terorîst peymanên ku bi Amerîka û Rûsyê ra girê dane re bin pê dikin, nexasim ên têkildarî agirbestê, ev teqîn pêk hat. Ji beriya demekê Tirkiyê ji tevlîheviya ewlehî û teqînên ku rû didin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berpirsyar nîşan dide.
Teqîn rastî gelek rexneyan hat û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û DYA`yê hat kirin ku dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyê bi dawî bikin.
Di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re, endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif teqîna li Efrînê şermezar kir û diyar kir ku îstixbaratên Tirkiyê (MÎT) li pişt teqînê ye.
Hediya Yûsif di axaftina xwe de behsa rewşa bajarê Efrînê ji dema ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê va hatiye dagirkirin ve, kir û wiha got: "Binpêkirinên dagirkeran li dijî şêniyên Efrînê dewam dikin. Rojek derbas nabe ku yek ji şêniyan neyê kuştin an revandin. Ev binpêkirin di dereceya yekê de, derxistina şêniyên resen ji welatê wan armanc dikin."
Hediya Yûsif diyar kir ku ji tiştê li herêmên dagirkirî qewimîne û diqewimin, dewleta Tirkiyê berpirsyar e û got: “Ev kiryar hemû bi destê dewleta Tirkiyê pêk tên.
Em sersaxiyê ji malbatên goriyên teqîna terorîsîtî re dixwazin, ku bi dehan kes bûn qurbanî û bi sedan birîndar bûn.
Em texmîn dikin ku bi destê îstixbarata Tirkiyê (MIT) hatiye kirin û gelek armancên xwe hene. Yek ji armancên wan, tunekirina hin komên çeteyan û derxistina şêniyên Efrînê ji erdên wan e.
Ji ber ku piştî çend kêliyan ji teqînê, wezareta dewleta Tirkiyê YPG`ê tewanbar kir ku li pişt teqînê ye. Ew ji ku dizane ku dê teqîn çêbibe heta ku piştî çend kêliyan YPG tewanbar kir?”
Nakokiyên ku hene
Hediya Yûsif destnîşan kir ku çete wenda bûne û nizanin di vê rewşê de çi biryaran bidin û wiha pêde çû: “Heke em li rewşa çeteyan binêrin, ew gelek nakokiyan dijîn. Hinek ji wan bi zorê ji bo Lîbya û Yemenê tên şandin. Hinek jî li ser parvekirina diziyên ku ji malên şêniyên Efrînê dikin, bi hev dikevin.
Teqîn ‘terorî û dij mirovî’ ye. Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û destdirêjiyên Tirkiyê û dûvikên wê bi dawî bikin.”
Hediya Yûsif bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: "Em komkujiya Til Rifetê ku beriya çend mehan pêk hatiye û zarok bûn qurbaniyên wê ji bîr nakin. Lewra heke sînorek ji dagirkeran re neyê danîn, ne dûr e ku teqînên din jî li Efrînê pêk bên."
Gefên li ser Til Refetê
Hediya Yûsif di dewama axaftina xwe de da zanîn ku heke êrişek li ser bajarokê Til Rifetê çêbibe, dê jiyana şêniyan bikeve xeteriyeke mezin û wiha got: "Niha dewleta Tirkiyê û çeteyên wê, gefê li bajarokê Til Rifetê dixwin, ku zêdetirî 25 hezar koçberên Efrînê lê bi cih bûne. Ew şerê taybet li ser gel didin meşandin da ku careke din koçber bibin. Heke rêxistinên cîhanê li dijî Tirkiyê nesekinin, dê helbet êriş bike û dê gel bi mirinê re rû bi rû bimîne."
Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ji bo azadiyê, tekane rê berxwedan e û wiha got: "Em siyasetên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê qebûl nakin. Em ê li dijî wê li ber xwe bidin. Di wekî van mercan de, helwesta gel her tim berxwedan e. Dê vê carê jî berxwedan be."