Gabrîel: Me pêşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315498-gabrîel_me_pêşî_li_reva_girtiyên_daiŞ'ê_girt
Girtiyên DAIŞ'ê hewl dan ji Girtîgeha Hesekê birevin. Berdevkê HSD’ê (QSD) Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva çeteyên DAÎŞ’ê girtine û rewşa li girtîgehê di bin kontrola wan de ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2020 04:45 Asia/Tehran
  • Gabrîel: Me pêşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt

Girtiyên DAIŞ'ê hewl dan ji Girtîgeha Hesekê birevin. Berdevkê HSD’ê (QSD) Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva çeteyên DAÎŞ’ê girtine û rewşa li girtîgehê di bin kontrola wan de ye.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Girtiyên DAIŞ'ê yên li Girtîgeha Hesekê girtî ne, hewl dan birevin. Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê girtine.

Gabrîel derbarê bûyerê daxuyaniyek weşand û got: “Duh bi şev di mezintirîn girtîgeha endamên çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Hesekê îsyanek berfireh ji hêla çeteyên girtî ve çêbû.

Çeteyan deriyên qawîş û korîdoran rakirin û girtîgeh bi temamî kete bin kontrola wan. Ji ber wê Hêzên Taybet û ANTÎ-Terorê mudexele kirin. Piştî îsyana ku rojek tam dirêj kiribû, danûstandinên hevpar di navbera nûnerên hêzên me û hêzên Koalîsyonê de ji aliyekî ve û endamên çeteyên girtî ji aliyekî din ve pêk hatin. Em bawer dikin ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê di warê dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên girtî de berpirsyariyên wan hebin. Desteka pêwîst ji bo girtina tedbîrên ewlehî mezintir û pêşxistina rewşa girtiyan pêşkêşbike."