Civînên ENKS û PYDê yên rasterast dest pê kirin
Piştî gelek nakokî û nexweşiyan, hevdîtinên rasterast di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de li navendeke leşkerî li Hesekê destpê kiri
Heta niha PYDê û ENKSê 4 caran civiyane û di wan civînan de li ser çend xalan li hev kirine. Di derbarê wan hevdîtinan de Medyaya Amerîka dinivisîne ku ji destpêka Nîsanê û heta niha, ENKSê û PYDê bi amadebûna Nûnerê Amerîka li bakurê Sûriyê William Roebuck û fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî li navendeke Amerîkî li başûrê Hesekê 4 caran bi awayekî rasterast civiyane û li ser çend xalan li hev kirin yên wekî: Sûriyê welatekî îtîhadî(hevgirtî), demokrat û hemreng be, Herweha lihev kirin ku navçeyê Kurdî ji aliyê siyasî û cografî ve yekgirtî bin.
Li gor medyaya Amerîkî, di civînê de herdu aliyan tekez kirine, ku divê pêwendiyên erênî ligel welatên cîran hebin û krîza Sûriyê li gor biryara 22.54 were çareserkirin.
Mafê Kurdan jî yên neteweyî, çandî û siyasî di çarçoveya destûrê de were naskirin û koçber jî vegerin malên xwe.