QSD‘ê li Hecînê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt
May 02, 2020 07:08 Asia/Tehran
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-QSD) li herêma Hecînê ya Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Navenda Çalakiyên Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî vê mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev agahî parve kir: "QSD‘ê bi desteka asîmanî ya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê li herêma Hecînê ya Dêrazorê şaneyek DAIŞ‘ê ku ji 3 kesan pêk dihat girt û çekên wan desteser kirin."