Bereya Nusrayê ciwanekî Efrînê ku Tirkiyê radestê wê kiribû kuşt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315396-bereya_nusrayê_ciwanekî_efrînê_ku_tirkiyê_radestê_wê_kiribû_kuşt
Li Idlibê, grûpa terorîstî ya Tehrîr El Şamê (Bereya Nusra) ciwanekî Kurd ê Efrînê ku dewleta Tirkiyê ew radestî vê koma terorîst kiribû kuşt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2020 23:03 Asia/Tehran
  • Bereya Nusrayê ciwanekî Efrînê ku Tirkiyê radestê wê kiribû kuşt

Li Idlibê, grûpa terorîstî ya Tehrîr El Şamê (Bereya Nusra) ciwanekî Kurd ê Efrînê ku dewleta Tirkiyê ew radestî vê koma terorîst kiribû kuşt.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê re ragihand, ciwanê Kurd Betal Hesen Hesen ê ji navçeya Şiyê ku ji berî çend salan ve ligel malbata xwe koçberî bajarê Hatay yê Tirkiyê bûbû, ji berî 8 mehan li Hetay ji aliyê hêzên ewlehiyên yên Tirkiyê hatibû desteserkirin.

Wî jêderî diyar kir, piştre hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê Betal Hesen Hesen radestî grûpa Nusrayê li Idliba Sûriyê kir. Berî mehekê jî çekdarên Nusrayê pêwendî bi malbata wî ciwanî re kir û li hember berdana wî daxwaza 10 hezar Dolar kirin, di dema malbata wî hewla komkirina pereyan didan, duhî çekdarên Nusrayê pêwendî bi malbatê kir û ew agahdar kirin, ku wan ji berî 10 rojan ve kurê wan Betal Hesen Hesen kuştiye.

Wî jêderê ji Rêxistina Mafên Mirova amaje bi wê da, hêzên Ewlehiya Tirkiyê bi tometên bazirganiya bi madeyên hişber, pêwendiya bi PYD û rêjîma Sûriyê re Betal desteser kiribû, lê piştre dadgehê biryara bêtawaniya wî dabû, lê nayê zanîn ji ber çi sedemê hêzên ewlekariya Tirkiyê ew radestî Bereya Nusrayê kiribû.

Betal Hesen Hesen 23 salî û ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye, lê malbata wan ji nêzîkî 50 salî ve li bajarê Helebê bicih bûbû.