Herêma Şehbayê di meha Nîsanê de 23 caran hate topbarankirin
Êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Nîsanê de jî bê navber berdewam kir. Herêma Şehbayê bi obus û hewanan 23 caran hate topbarankirin û balafirên keşfê hema bêje bê navber li ser herêmê geriyan.
Êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser herêma Şehbayê di meha Nîsanê de jî bê navber berdewam kir. Li gorî zanyariyên berdest, di Nîsanê de di serî de gundên navçên Şera û Şêrawa yên Efrînê û bi giştî herêma Şehbayê 23 caran hatin topbarankirin û ji wan êrişan di 15 caran de balafirên keşfê jî hatin bikaranîn.
Dewleta Tirkiyê êrişên xwe yên qirkirin û dagirkirinê yên li dijî Efrîn û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka çeteyên DAIŞ, El-Nusra û El-Qaîdeyê didomîne. Dewleta Tirkiyê ji bo êriên xwe serî li her cure rêbazê dide û hêzên navneteweyî jî li hemberî vê yekê bê deng in. Li gel 23 êrişên bi topavêjan li dijî herêmê, bi çekên giran ên mîna doçkayan jî êriş hatin kirin.
Di tevahiya meha Nîsanê de li gel êriş û fealiyetên îstixbaratî yên MÎT’a Tirkiyê, bi balafirên keşfê jî herêm bi domdarî hate çavdêrkirin.