ENKSê teqîna Efrînê şermezar kir: Bila hêzên çekdar li Efrînê bên derxistin
Nîsan 30, 2020 10:38 Asia/Tehran
Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna li Efrînê şermezar kir û bang li civaka navdewletî û NY kir ku tevahiya hêzên çekdar li Efrînê bên derxistin.
ENKS derbarê teqîna Efrînê de daxuyaniyek belav kir û ew teqîn şermezar kir.
Li gor daxuyaniya ENKSê, ew teqîn tawanek din ê berdewamiya binpêkirinên kirêt e li dijî xelkê Efrînê.
ENKS her wiha dibêje, êrîşên çekdaran bûn sedema wê yekê ku xelk neçarî koçberiyê bibe û mal û milkên wan ji aliyê wan çekdaran ve werin talankirin.
ENKS herwiha ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî xwest bibin alîkar ji bo ku xelkê Efrînê vegere cihê xwe û tevahiya hêzên çekdar ji wê herêma kurdî ya Sûriyê werin derxistin.