Bergiriya Esmanî ya Artêşa Sûriyê li dijî êrîşên Rêjîma Siyonîst çalak bû
Bergiriya Esmanî ya Artêşa Sûriyê li dijî mûşekên Rêjîma Siyonîst kete tevgerê.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Bergiriya Esmanî ya Artêşa Sûriyê berbanga Duşemiyê li dijî êrîşên firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst li derdora esmanê Şamê kete tevgerê û hinek ji mûşekêîn avêtî, beriya ku bigihêjin erdê, li esmên teqandin.
Li gorî ragihandina televîziyona dewletî ya Sûriyê, mûşekên avêtî ber bi Şamê ji aliyê firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst ji esmanê Libnanê va hatin avêtin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê
li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di
mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.