Çekdarên Tirkiyê li Efrînê 5 endamên malbatekê revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315250-Çekdarên_tirkiyê_li_efrînê_5_endamên_malbatekê_revandin
Çekdar û peyayên Tirkiyê li Efrînê tevahiya endamên malbatekê revandin û dirav û zêrên wan jî dizîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2020 08:46 Asia/Tehran
  • Çekdarên Tirkiyê li Efrînê 5 endamên malbatekê revandin

Çekdar û peyayên Tirkiyê li Efrînê tevahiya endamên malbatekê revandin û dirav û zêrên wan jî dizîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar kir, li Efrînê duh (25 Nîsanê), grûpa bi navê Mihemed El Fatih bi ser mala Rifet Sîdo (Rifet Xazyana) de girt, piştî dizîna dora 5 hezar Dolar pere û zêr, Rifet Sîdo û hevjîna wî û 3 kurên wî revandin.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, pêştir jî Rifet Sîdo ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin û rastî eşkenceya hovane hatibû û di encama wê eşkenceyê de jî heta niha nexweş e.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn ku li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa, grûpa çekdar Feyleq El Şamê welatiyê bi navê Şewket Sîdo û hevjîna wî ji mala ku kirê kirine derkirin û malbateke Ereb li şûnê bich kirin.

Ji aliyekî din ve, grûpa Ehrar El Şerqiye êrîşî ser navenda Buhar a hawarçûnê de kir û hemû karmend jê derkirin û li rêvebirê wê Dr. Ebdulrezaq Derwîş dan û hemû mase, kursî û kumputerên navendên şikandin.

Amaje bi wê jî da, pêr roja 24ê Nîsanê li bajarokê Şera grûpeke çekdar nîvro bi ser mala welatî Elî Riza de girt û 1.5 milyon Lîreyên Sûrî û 15 tenekeyên zeytê talan kirin.

Ev di demekê de ye, di hefteya bûrî de pîrejina 80 salî Fatime Îbrahîm Kinê û kalemêrê 74 salî Elî Ehmed di bin eşkenceya çekdaran û malbatên wan de hatibûn kuştin.