HSDê êrîşî bazgehên ser çemê Feratê kir
Nîsan 24, 2020 20:50 Asia/Tehran
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştîvaniya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî bazgehên qaçaxiyê li ser çemê Feratê kir.
Li gor zanyariyan ew belemên qaçaxçiyan ji aliyê hêzên HSDê ve hatin jinav birin ku kelûpel û mirov ji navçeyên di bin desthilata HSDê de li rojhilatê çemê Feratê ve derbasî rojavayê çemê Feratê dikirin ku ew navçe di bin destê hikûmeta Sûriyê de ye.
Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî piştîvaniya hêzên bejayî yên HSDê kirin û li ser çemê Feratê di navbera herdu bajarokên Şihêl û Bîbanê belemên qaçaxçiyan jinav birin.