Li Efrînê teqîn û şer
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315206-li_efrînê_teqîn_û_şer
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû û piştre şer di navbera grûpên çekdar de rû da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2020 20:38 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqîn û şer

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû û piştre şer di navbera grûpên çekdar de rû da.

Li nêzîkî zindana Efrînê li ser rêya gundê Maratê teqînek çê bû, pişt re şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar bi xwe de derketin.

Piştî teqîna li nav bajarê Efrînê, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar bi xwe de li taxa Meleeb çê bûn, û heta niha ziyan nehatine zanîn.

Rûdaw peywendî bi çend kesan re li nav bajarê Efrînê kir, dengê teqe û guleyan bihêz bû, û wan kesan ji Rûdaw re tekez kirin, ku fîşek bi heremekî - eşwaî têne avêtin, û metirsiyê li ser jiyana welatiyan çê dikin.