Li Efrîn û Şehbayê di du mehan de 96 sivîl revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315175-li_efrîn_û_Şehbayê_di_du_mehan_de_96_sivîl_revandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê da diyarkirin, dewleta Tirkiyê ku devera Efrînê dagîr kiriye û çeteyên wê li Efrîn û Şehbayê di nava du mehan de 96 sivîl revandine û 4 kesên bi temen jî kuştin .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2020 04:06 Asia/Tehran
  • Li Efrîn û Şehbayê di du mehan de 96 sivîl revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê da diyarkirin, dewleta Tirkiyê ku devera Efrînê dagîr kiriye û çeteyên wê li Efrîn û Şehbayê di nava du mehan de 96 sivîl revandine û 4 kesên bi temen jî kuştin .

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê ji destpêka meha Adarê heta niha 96 sivîlên ku di nav de 4 jin li Efrînê hene, revandine û 4 kesên bi temen jî kuştine.

Her wiha dagirkeran li Dêr Belût û Cindirêsê 6 hezar darên zeytunan birîne. Disa jî girên Til Endelîb a gundê Ister û girê Cirnas yê li gundê Senera ji aliyê dagirkeran ve tê vekolandin û talan dikin. Çeteyên ku goristanan jî dikulin û wêraan dikin, gora Şêx Mistefa Idrîs jî talan kirin. Mizgefta li Şîyê jî xira kirin. 

Ji destpêka dagirkirina devera Efrînê ve dewleta Tirkiyê li pêş çavê cîhanê bi rêya çeteyên xwe demografiya vê deverê diguhere.

Girêdayî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo got: “Dewleta Tirkiyê û çeteyên wan her roj li dijî sivîlan bê mafiyê dike. Dewleta Tirkiyê çeteyan bikar tîne. Li Şehba yê her roj bê mafî tê kirin. Daxwaza wan ew e ku van herêman bê mirov bihêle. Bêdengbûna civaka Navnetewî li ser van bê mafiyan, dibe sedem bu ev bêmafî berdewam bike.