Li Efrînê 5 pîrejinên Kurd ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315173-li_efrînê_5_pîrejinên_kurd_ji_aliyê_çekdaran_ve_hatine_kuştin
Ji sala 2018an ve ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên terorîst dest danîne ser herêma Efrînê ya bakura rojavayê Sûriyê, 5 pîrejinên Kurd bi ser destê van grûpên çekdar hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2020 20:26 Asia/Tehran
  • Li Efrînê 5 pîrejinên Kurd ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin

Ji sala 2018an ve ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên terorîst dest danîne ser herêma Efrînê ya bakura rojavayê Sûriyê, 5 pîrejinên Kurd bi ser destê van grûpên çekdar hatine kuştin.

Herî dawî, roja 18ê vê mehê çekdarên grûpa El-Weqas, bi fermandariya Mihemed Ebdo el-Şewa, pîrejina Kurd Fatime Ibrahîm Kinê ya 80 salî, di nav mala wê de îşkence kiribûn û kuştibûn û zzêrên wê jî dizîn.

Ji sala 2018an ve 5 pîrejinên Kurd bi ser destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin;

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi dehan kalemêr û pîrejinên Kurd di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin, lê cara herî dawiyê koçberên ku li Efrînê hatine bicihkirin, zora xwe kalermêrekî Kurd dikin û wî dikujin.