Li Kobaniyê teqîn-2 kesan canê xwe jidest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315171-li_kobaniyê_teqîn_2_kesan_canê_xwe_jidest_dan
Li gundewarê Kobaniyê, bi sedema teqîna bombeyeke vedayî, 7 kes bûn qurbanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2020 19:47 Asia/Tehran
  • Li Kobaniyê teqîn-2 kesan canê xwe jidest dan

Li gundewarê Kobaniyê, bi sedema teqîna bombeyeke vedayî, 7 kes bûn qurbanî.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, li gundê Bozîk yê Kobaniyê bombeyeke vedayî di nava malekê de teqiya, di encamê de 2 kes ji malbatê canê xwe jidest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Diqewme ev bombeya ji paşmayên DAIŞê bibe ku niha teqiya.

Li Kobaniyê, Reqa û gundewarê Heseke û Dêrazor, gelek caran bombeyên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn vedan teqiyane û di encamê de welatiyên sivîl bûne qurbanî.