Komên bin piştgiriya Enqerê li Serîkaniyê bi hev ketin
Nîsan 22, 2020 15:27 Asia/Tehran
Komên çekdar ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê Duşemiyê bi şev li navenda bajarê dagîrbûyî yê Serîkaniyê ketin pevçûneke giran.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Çekdarên bin piştevaniya artêşa Tirkiyê ku wek Artêşa Azad a Sûriyê tên naskirin û piştî dagîrkirina Serîkaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê di Cotmeha 2019an da, di vî bajarî da bi cih bûne, Duşemiyê bi şev ketine pevçûneke giran.Li gorî agahiyên bidestketî ji çavkaniyên xwecihî, komên bin sîvana Tirkiyê bi çekên giran di navbera Nexweşxaneya Rojê û Ambara Avê ya Serîkaniyê bi giranî êrîşî ser hevdu kiirne.Asta pevçûnan ewqas bûye ku maleke xelkê li taxa Cumhuriyetê ya bajarê sînorî yê Ceylan Pînara Tirkiyê jî ketiye ber gulleyên vê pevçûnê.