Teqîn li bakurê rojhilata Sûriyê
SANA Newsê îro Pêncşemê qala qewimîna teqînekê li parêzgeha Hesekê kir.
SANA Newsê ragihand ku ji ber teqîna erebeyeke bombebarkirî li gundê Ehrasê li navçeya Serî Kaniyê ya Hesekeyê çend kes ji "Kirêgirtiyên" çekdar ên ser bi Enqerê hatin kuştin an birîndar bûn.SANA Newsê di vî warî da ragihand ku erebeya bombebarkirî li dijî malekê hatibû teqqandin ku kirêgirtiyên ser bi Tirkiyê ew kiribûn navenda xwe.Li gorî rapora SANA Newsê, Hêzên dagîrker ên Tirkiyê û kirêgirtiyên wan li pey vê teqînê, bê armanc gulle berdan ser malên hin niştecihan.SANA Newsê her wiha ragihand ku van kesan çend mêrên gund girtin û ewna di dibistana heman gundî da zîndanî kirin.
Tê gotin ku destê Artêşa dagîrker a Tirkiyê û terorîstên bin fermana wê di nav teqînên wiha de ye. Hedefa wan ji van kiryaran neçarkirina rûniştiyên kurd bo koçberiyê ji bajarên bakura Sûriyê yên dagîrkirî ye da ku bikarin demoggrafiya wan bajaran biguherin.