27 terorîstên perwerdebûyî ji aliyê Amerîkayê ve xwe radestê Artêşa Sûriyê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314941-27_terorîstên_perwerdebûyî_ji_aliyê_amerîkayê_ve_xwe_radestê_artêşa_sûriyê_kirin
Serokê Navenda Aştiyê ya ser bi artêşa Rûsyayê li Sûriyê duh ragihand ku grûpek terorîst ku ji bo êrişa ser teîkîlatên neftê û binavahiyên Sûriyê ji aliyê artêşa Amerîkayê perwerde bûbûn, xwe radestî artêşa Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2020 05:52 Asia/Tehran
  • 27 terorîstên perwerdebûyî ji aliyê Amerîkayê ve xwe radestê Artêşa Sûriyê kirin

Serokê Navenda Aştiyê ya ser bi artêşa Rûsyayê li Sûriyê duh ragihand ku grûpek terorîst ku ji bo êrişa ser teîkîlatên neftê û binavahiyên Sûriyê ji aliyê artêşa Amerîkayê perwerde bûbûn, xwe radestî artêşa Sûriyê kir.

Serokê Navenda Aştiyê ya ser bi artêşa Rûsyayê Oleg Zhoralov (Joralov) got:Komeke 27 kesî ya terorîstî piştî ku radestî artêşa Sûriyê kir, îtiraf kir ku Amerîkayê ew ji bo êrişa ser teşkîlatên neft û gazê  û herwiha saziyên tranzît û transportê perwerde kirine û çek û sîlah û wesayîtên curbicur dane ber destê wan. 

Joralov got: Ev koma terorîst li navçeya Tenef cuda bûn û xwe radestî artêşa Sûriyê kirin. Wan kesan herwiha bi dehan sîlahên sivik û nîvgiran jî ku hin ji wan li welatên rojavayê çêbûne radestî artêşa Sûriyê kirin.

Medyaya nêzîkî Hikûmeta Sûriyê jî dîmenê xweradestkirina wan belav kir.

Endamê Komîteya ragihandinê ya Ceyiş El Mexawîr li Tenefê ragihand, ku grûpa cudabûyî bi nav Ceyiş El Eşaîr dihate naskirin.

Wî herweha dazanîn, dema ku wan çekdaran dixwestin xwe radestî artêşa Sûriyê bikin, li ser xaleke kontrolê ya Ceyiş Mexawîr, di navbera wan û Ceyiş Mexawîr şer derket û di encamê de vê komê 3 erebeyên xwe ji dest da û 27 kes ji wan karî xwe rizgar bikin û xwe bigihînin artêşa Sûriyê.