190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314921-190_çeteyên_ji_sûriyê_li_lîbyayê_hatine_kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihand ku 190 çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirkiyê di şerên li Lîbyayê de hatine kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku Tirkiyê beşek nû ya çeteyan dişîne Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2020 11:52 Asia/Tehran
  • 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihand ku 190 çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirkiyê di şerên li Lîbyayê de hatine kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku Tirkiyê beşek nû ya çeteyan dişîne Lîbyayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê  ragihand ku Tirkiyê beşek nû ya çeteyên ji Sûriyê dişîne Lîbyayê û diyar kir ku bi dehan çeteyên ji Sûriyê gihiştin Lîbyayê da ku li gel "Hikûmeta Wîfaq Wetenî" li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, diyar kir ku li gelek eniyên Lîbyayê di navbera herdu aliyan de şerên giran rû dide

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir ku 8 çeteyên din ên Sûrî di şer de hatin kuştin û da zanîn ku hejmara çeteyên Sûrî yên di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin bû 190. Li aliyekî din jî Artêşa Niştimmanî ya Lîbyayê di nava çend saetên derbasbûyî de 5 çeteyên Sûrî giritn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê  her wiha diyar kir ku Tirkiye şandina çeteyên ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve didomîne.