Çend hezar awareyên sûrî zivirîn Idlibê
Nîsan 14, 2020 13:57 Asia/Tehran
Bidû ragihandina agirbesê û rawestana êrişên zorbêjane yên Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ser bakura Sûrîyê, nêzî 110 hezar awareyên sûrî zivirîn parêzgeha Idlibê.
Tirkîyê û Rûsyayê piştî lihevkirina di 6’ê Adarê de, cihanîna agirbesê li Idliba Sûrîyê destpê kirin.
Mihemed Helacefî yek ji berpirsên karên awareyên sûrî got: 40 roj ji rêekvtina ser agirbesê derbas dibin, di vê heyamê de 109 hezar û 714 kes ji awareyên sûrî zivirîne parêzgeha Idlibê.
Ligorî lihevkirina Rûsyayê û Tirkîyê biryar hat dayînê ku derbasgeheke êmin li kûratîya 6 kîlomêtrîya rêya M4’ê li bakura Sûrîyê were vekirinê û hêzên ûris û tirk bi awayê hevpar li wir dest bi gerreçavdêrîyê bikin.