Daxwaza tûnisyan bo destpêkirina peywendiyan bi Sûriyê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314859-daxwaza_tûnisyan_bo_destpêkirina_peywendiyan_bi_sûriyê_re
Bi hezaran kes ji tûnisîyan nameyeka gelanî wajo kirin û têde daxwaza destpêbûna peywendiyan bi Sûriyê re kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2020 11:26 Asia/Tehran
  • Daxwaza tûnisyan bo destpêkirina peywendiyan bi Sûriyê re

Bi hezaran kes ji tûnisîyan nameyeka gelanî wajo kirin û têde daxwaza destpêbûna peywendiyan bi Sûriyê re kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, tûnisîyan li vê nameyê daxwaza destpêkirina piştgiriya ji gelê Sûriyê û destpêkirina peywendiyên dîplomatîk bi vî welatî re kirin. 

Wajokirinên vê nameyê  ji parlemanter, partiyên siyasî, saziyên neteweyî û civaka sivîl xwestin ku peywendiyên bi Sûriyê re destpê bikin ku ev welata li warê girtina pêşiya belavbûna Koronayê tenê nemîne.

 Li vê nameyê hatiye: "Cîhana îro di rewşekê de ye ku ji ber xebata dijî belavbûna Koronayê aboriya welatan li halê jinavçûyînê de ye; Yek ji van welatan Sûriye ye ku bi xwe hevgav rastî çend şeran hatiye."

 Wan di vê nameyê de ji saziyên neteweyî û civaka sivîl xwestin ku helwêstên xwe li bara Sûriyê venihêrin û peywendiyên xwe yên dîplomatîk destpê bikin. 

Hejmarek ji berpirsên siyasî û nunerên berê yên parlemana  Tûnisê Meha Adarê planek bo destpêkirina peywendiyan bi Sûriyê re raber kirin û piştgiriya xwe ji vî welatî li şerê dijî terorîzmê raghandin.