Çeteyên tekfîrî guh nadin nîgeraniya gelê Idlibê ji belavbûna Koronayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314833-Çeteyên_tekfîrî_guh_nadin_nîgeraniya_gelê_idlibê_ji_belavbûna_koronayê
Serçeteyên tekfîrî li bajarê Idliba Sûriyê li dijî girêdana mizgevtan û betalkirina nimêja Îniyê ji ber belavbûna Koronayê li bajarê Idliba Sûriyê derketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2020 13:04 Asia/Tehran
  • Çeteyên tekfîrî guh nadin nîgeraniya gelê Idlibê ji belavbûna Koronayê

Serçeteyên tekfîrî li bajarê Idliba Sûriyê li dijî girêdana mizgevtan û betalkirina nimêja Îniyê ji ber belavbûna Koronayê li bajarê Idliba Sûriyê derketin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên xwecihî li Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê ragihandin ku komên tekfîrî yên serdest li vî bajarî nahêlin mizgevt û nimêjên Îniyê ji ber Koronayê bên betalkirin.

Cemal Zeyniye nasyar bi Ebû Malik Telî, ji miftiyên nasyar ên Cebheya Nusreyê îdia kir; "Di halekî da ku hîn çalakî li bazara û kolanan heye, betlakirina Nimêja Îrniyê heram e û rêznegirtin li Şe'airên Xwedê ye."

Li bajarê Idlibê ku hema wisa di bin dagîrkeriya têrorîstên tekfîrî da ye, babetên tûşbûna bi Koronayê nehatiye ragihandin, lê bi derbasbûna Vîrûsa Koronayê bo nav bajarên din ên Sûriyê, gelê Idlibê jî nîgeran bûye ku ev vîrûs bigehêje wir.