Terorîstên ser bi Tirkiyê li Efrînê 3 kurd revandin
Nîsan 12, 2020 13:01 Asia/Tehran
Grûpên terorîst ên ku Efrîn dagîr kirine, 3 welatiyên Kurd li Efrînê revandin, çarenivîsa 2 kesan ji wan ne diyar e.
Rêxistina mafên mirov li Efrînê belav kir, grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê roja 9 Nîsanê kesê bi navê Husên Cemîl Qere li rêbenda nêzîkî nexweşxana Dêrsim revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Wê dezgeha mafên mirov her wiha da zanîn, li rêbenda taxa Mehmûdiyê jî çekdaran kesê bi navê Beşar Emîn ji roja 6 Nîsanê ve revandine û heta niha çarenivîsa wî jî nediyar e.
Li gorî agahiyên wê dezgehê, grûpên çekdar ji roja 2 Nîsanê ve welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Mihemed ji navçeya Bilbilê girtin û li hember 300 hezar lîreyên Sûrî, ew berdan.