Ramangeha Eurasia Review: Kurdên Sûrîyê ne bidû cidabûne ne
Ramangeha Eurasia Review`yê nivîsî: Kurdên Sûrîyê ne bidû cidabûne ne û diqewme Kurd jibo girtina pêşîya dewama êrişên Tirkîyê bi Şamê re bibin yek.
Ramangeha Eurasia Review`yê di nirxandinekê têkildarî pêşeroja Kurdên Sûrîyê de, rewşa Kurdên Sûrîyê ligorî meyla Donald Trump Serokomarê Amerîkayê jibo vekişandina tam a hêzên vî welatî ji Sûrîyê û dewama gefên Tirkîyê nezelal û pirrxeter da zanîn û nivîsî: Tirkîyê heta nika çend caran êrişî Kurdên Sûrîyê kirîye û hin deverên di bin kontrola wan de jî dagir kirine. Ev yeka gefek himberî hebûna Kurdan e. Lewma tenha rêya mayîna Kurdan ew e ku zêdetir nêzîkî Rûsayê weke hevpeymanê Sûrîyê û dewleta Şamê bibin.
Ramangeha Eurasia Review`yê di dewamê de dinivîse: Kurdên Sûrîyê ne bidû cidabûna ji vî welatî ne belkî xwazyarê xwerêvebirî û birêvebirina deverên Kurdnişîn bi destê Kudan in.
Wê navendê amajeyî qesda Tirkîyê jibo bicihkirina zêde ji 3 milyon awareyên sûrî li deverên di bin kontrola Kurdên sûrî da kir û ragihand u armanca wî qesda Serokomarê Tirkîyê lawazkirina giran a Kurdan li Sûrîyê û guhertina demogirafîya bakura Sûrîyê ye.
Ramangeha Eurasia Review`yê herwiha nivîsî ku Kurdên Sûrîyê bawerîya xwe li Rûsyayê naynin.
Ramangeha Eurasia Review`yê di dawîya nirxandina xwe da ji zarê Mezlûm Kobanî Fermandarê HSD ragihand ku Rûsyayê pêşnîyar daye Kurdan jibo ku himberî êrişên Tirkîyê bên parastinê bi Şam û Moskowê ra bibin yek ta ku pişta wan bê girtinê lê, em bawerîya xwe li Rûsyayê naynin.