Ceiferî: "Baykotên welatên rojavayî pêşîya kontrolkirina Koronayê li Sûrîyê digirin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314800-ceiferî_baykotên_welatên_rojavayî_pêşîya_kontrolkirina_koronayê_li_sûrîyê_digirin
Wekîlê Dayimî yê NY li NY pêgirî ser pêwîstîya rakirina boykotên aborî yên yekalî yên welatên rojavayî dijî Sûrîyê nemaze piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Ceiferî:

Wekîlê Dayimî yê NY li NY pêgirî ser pêwîstîya rakirina boykotên aborî yên yekalî yên welatên rojavayî dijî Sûrîyê nemaze piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê kir.

Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA NEWS) ragihand: Bişar Ceiferî Wekîlê Sûrîyê li NY di civîna Civata Giştî ya NY de ku bi rêka vîdyokonfiransê hat lidarxsitinê, dîyar kir ku Sûrîye bi hegera dûhatên aborî û civakî yên ji ber şerê dijî têrorîstan ku zêde ji 9 salan e didome, ketîye rewşeke taybet û awarte da ku di vî halî da hin welatan boykotên aborî û yekalî yên zalimane ser gelê Sûrîyê de sepandine, bi vî awayî wan boykotana bandoreke rasterast li pişkên xizmetguzarî û aborî û ticareta navxweyî û derveyî yên Sûrîyê kirin.

Ceiferî herwiha got: Baykotên welatên rojavayî pêşîya kontrolkirina Koronayê li Sûrîyê digirin û xala bingehîn a hevgirtin û hevkarîya komkî jibo sekinîna himberî Koronayê ku NY her roj jibo berçavgirtina wê bang dike, ji nav dibe.

Wî herwiha got: Welatên ku hela jî pêkutîyê ser sepandina boykotan wek cureke cezakirinê dikin, hê bersiveke ciddî himberî hewildanên welatên zîyanlêketî yên ji ber boykotan û daxwazên NY nedane.