Artêşa Tirkîyê bakura Helebê da ber topan
Kanala Nûçan a Al Mayadeenê ragihand ku Artêşa Tirkîyê hin deverên bakura Helebê da ber topan.
Kanala Al Mayadeenê di rapora xwe da amajeyî kuştî û birîndarên ihtimalî yên ji ber wê topbarana giran nake lê, Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku deverên di bin kontrola HSD û Artêşa Sûrîyê de armanca wan êrişan bûne.
Ligorî rapora Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê gundên Eqîbe, Sogankê, Zîyare, Dêrcemal û Bînê li Şêravayê li bakura rojavaya Helebê ketine ber topbaranê ku di encamê de sivîlek li gundê Eqîbê birîndar bûye û serbazekî Artêşa Sûrîyê jî hatîye kuştinê.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê duh jî ragihand ku hêzên Tirkîyê û çekdarên pê ra deverên di bin kontrola HSD li derdora bakura Helebê yên weke Kefernaya, Şêx Hilal û derdora Tilrifetê kirin armanc ku di encamê de sivîlek birîndar bû.