Medyayên xwecihî: Efserekî amerîkî û 2 şervanên HSD’ê li Dêrezorê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314706-medyayên_xwecihî_efserekî_amerîkî_û_2_şervanên_hsd’ê_li_dêrezorê_hatin_kuştinê
Li herêma Dêrezorê grûpeke çekdar êrîşî komeke hevbeş a hêzên amerîkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û di encamê de efserekî amerîkî û 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 08, 2020 04:13 Asia/Tehran
  • Medyayên xwecihî: Efserekî amerîkî û 2 şervanên HSD’ê li Dêrezorê hatin kuştinê

Li herêma Dêrezorê grûpeke çekdar êrîşî komeke hevbeş a hêzên amerîkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û di encamê de efserekî amerîkî û 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ajansên xwecihî, grûpa çekdar a nenaskirî li nêzîk gundê el Wesîhe, ser bi bajarokê Sûr ve, kemîn danîbû ser rêya wê koma hevpar û bi çekên otomatîkî û RPG êrîşî wê kir.

Hat ragihandin ku di encama wê êrişê de efserekî amerîkî û 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor hinek çavkaniyên xwecihî, termê efserê Amerîkî ji bo binkeyeke serbazî ya amerîkî li bajarê Şedadî ser bi Hesekê ve hat şandin.