Leşkeriyekî amerîkî li Dêrazzora Sûriyê hat kuştin
çavkaniyên nûçeyan duhêvarê diyar kirin ku leşkeriyekî amerîkî di encama kemîna mirovên çekdar li derdora Dêrazzorê hat kuştin.
Kanala El-Exbariye ya Sûriyê diyar kir ku erebeya leşkerî yaa Amerîkayê ku li derdora Dêrazzora gera çavdêriyê cih dianî kete ber êrişa mirovên kemînkirî û bbi lêketina topa haawanê li vê erebeyê amerîîkiyek hat kuştin û çend leşker jî birîndar bûn.
Li gor vê nûçeyê leşkerê amerîkî yê hatiye kuştin efserê berpirssê veguhestine pê helîkopterê li bargehaa Amerîkayê ya meydana neftê ya El-Omer bû ku ketiye derdora bajarê Dêrazorê. Meytê wî rakirin bargeha Şeddadî yaa başûra Hesekê.
Hîn rayedarên amerîkî derbarê vê êrişê ti tişt negotine.
Şemmiyê evarêê çavkaniyên nûçeyan diyar kiribûn ku leşkerên amerîkî ji riya hewayî wesayîtên leşkerî û locestîk ji devera meydana neftê ya El-Omer re şandiye û bi helîkopterê jî hêzên leşkerî şandine vê deverê.